GüncelManşet

“Em li rojnameye xve xvedi derdikevin ji bo zimanê me jîn be”

Amed: Li Kurdistana Tirkiyê politikayê komkuji û asimilasyonan berdewam dike li hemberê vî rojnameya bê zimane Kurdî derdikeve, azadîya welat, berdewam dike kû rastiyan nîşanê gel bide.Kampanyaya kû di 22 yê avrêl da a rojnameya Azadîya Welat bi navê “Her malek welatek” destpêk anî berdewam dike. Ji bo vî rojnamevan ê Azadiya Welat Ferit Dere bi rojnameya me ra axifî.

– Naverok û aramanca qampanyaya ve çî ye?

– Bi rastî naverok û armanca qampanyaya me ew e ku her ferdên kurd û yên ku dibêjin em kesên sosyalîstin rojnameya Azadiya Welat xwedî derbikevin û zimanê xwe bixwînin. Wekî tê zanîn rojnameya Azadiya Welat niha li cîhanê rojnameya ku tekane zimanê kurdî weşanê dike ye. Ji ber vê yekê jî 22’yê nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî me dest bi kampanyaya abonetiyê kir. Armanca me ew e ku rojnameya me bikeve her mal, kolan, tax û dikanan de. Divê herkes ji zimanê dayikê xwedî derbikeve. Ji ber vê yekê jî dema ku mirov zimanê xwe xwedî derket mirov çand, dîrok û nirxên xwe xwedî derdikeve. Ger ku em li hemberî desthilatdariya dewletê xwedî ji zimanê xwe dernekevin zimanê me dê winda bibe. Zimanê me jî zimanekî dîrokiye divê em dîroka xwe bidin jiyîn.

 – Hûn xebatên xwe çawa didin meşandin û bertekên gel li hemberî xebatên ve çawa ne?

– Xebatên me komunal tên meşandin. Em xebatên xwe serlêdana tax, kolan, dikan û malan de dimeşînin. Bi rastî gelê me êdî naxwaze zimanê biyanî biaxive, ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin ku bertekên gel sedî 95 erênî ne. Lê wekî tê zanîn ev demek dirêje li bakurê Kurdistanê li dijî gelê kurd şerek taybet tê meşandin. Yên k udi vî şerî de bandor bûne jî hene. Ji ber vê yekê kêm kes  bertekên neyînî nîşanî vê wampanyaya me didin. Xebatên me heta niha bi rastî serkeftî derbas dibin. Daxwaza me ew e ku em Azadiya Welat bixin hemû mal û dikanên gel de û her kes zimanê dayika xwe bixwîne. Li hemberî hemû êrîşên dijmirovî dîsa jî em xebatekî pîroz dimeşînin û heta dawiyê jî ji bo ku gel zimanê xwe bixwîne em ê xebatên xwe bidomînin.

IMG 8875-Ev nêzî salekê ye li bakurê Kurdistanê şerek heye, polîtîkayên asîmîlasyonê tên kirin hûn wekî Azadiya Welat çi astengiyan dikişînin û çi dikin?

– Bi rastî şerê ku ji aliyê dewletê ve îro li bakurê Kurdistanê li dijî gelê kurd tê meşandin herkes lê bandor dibe. Em jî wekî rojnameyek kurd li hemberî polîtîkaya dewletê rastiyên civakê her tim bi awayekî zelal dinivîsînin. Divê ku her kes li hemberî vê polîtîkaya asîmîlasyonê derbikeve û vê qirêjiyê qebûl neke. Çapemeniya alîgir ya hikûmetê her tim tiştên derew dinivîsîne, ji ber vê yekê jî çapemeniya azad her tim tiştên ku tên jiyîn dinivîsîne û van qirêjiyên dewletê deşîfre dike. Niha gelek rojnamegerên kurd ji ber ku rastiyên civakê nivîsandin ji aliyê dewletê ve hatin girtin û avêtên girtîgehan de. Ev yek jî nîşan dide ku dewlet naxwaze tu kes rastiyên civakê binivîsîne û qirêjiyên wan deşîfre bike. Lê çapemeniya azad her tim dê rastiyan binivîsîne û tu caran jî rastî nivîsînan de jî tawîz nade.

-Herî dawî hûn dixwazin çi bibêjin?

– Herî dawî em dixwazin bibêjin ku divê her kes piştgiryê bide qampanyaya me û rojnameya me ji aliyê hemû gelê kurd û demokrat ve bê xwendin. Xwedî derketina ziman xwedî derketina dîrikê ye. Ji ber vê yekê jî divê ya ku dikeve ser milên me em bikin û xwedî ji zimanê xwe derbikevin. Ji bo piştgiriya ve jî em gelek spasiyên xwe dikin û ji bo xebatên ve jî serkeftinê dixwazin. Zimanê me dîroka me ye, dest bidin hev û xwedî zimanê xwe derbikevin.

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu